Hevdem bi destpêkirina qonaxên peymanê re, li Hesekê teqînek qewimî

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro bi awayekî fermî peyaman navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê ket warê cibicîkirinê. Hevdem bi destpêkirina qonaxên peymanê re, li bajarê Hesekê teqînek qewimî û firokeyên Hevpeymaniyê li asîmanê herêmê hatin dîtin.

Peymnêrê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanêda zanîn, ji sibê zû ve (Duşem, 02.02.2026), peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de çûye warê cîbicîkirinê.

Ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û rêgirtina li her alozîyekê di dema bicihbûna hêzên ewlehiyê yên hikûmetê de, li bajarên Qamişlo û Hesekê qedexeya giştî ya hatûçûnê hatiye ragihandin. Di heman demê de, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li asîmanê her du bajaran difirin û çavdêriya cîbicîkirina xalên rêkeftinê dikin.

Li Hesekê teqîn: Çarrêya Panorama

Di dema weşana zindî ya Kurdistan24ê de, li bajarê Hesekê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ku peyamnêrê ji çavkaniyên Asayîşê wergirtine, teqîn li dergehê başûrê Hesekê, bi taybetî li çarrêy "Panorama" qewimiye. Hat diyarkirin ku teqîn ji ber mînekê bûye û ti zirarên canî û madî bi dû xwe de neanîne.

Qonaxên Rêkeftinê: Leşkerî û Ewlehî

Rêkeftina navbera her du aliyan di çend qonaxan de tê cîbicîkirin:

- Qonaxa Yekem: Fîrqeyeke nû ya leşkerî ji bo parêzgeha Hesekê tê avakirin. Ev fîrqe dê ji 3 lîvayan û 16 hezar şervanên HSDê pêk bê. Pêvajoya têkelkirina hêzan dê mehekê bidome.

- Radestkirina Cihan: Firokxaneya Qamişlo û dergehên sînorî radestî hikûmetê tên kirin. Di qonaxa duyem de jî, kêlgehên neftê dê werin radestkirin.

- Yekkirina Hêzên Ewlehiyê: Hêzên ser bi Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê dikevin navenda bajarên Qamişlo û Hesekê û pêvajoya yekkirina "Asayîş" û Wezareta Navxweyî dest pê dike.

- Taybetmendiya Kobanê: Ji bo hêzên Kobanê lîwaye taybet tê avakirin ku dê ser bi fîrqeyeke parêzgeha Helebê ve be.

Saziya Îdarî û Mafên Karmendan

Rêkeftin tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar nîne; aliyê îdarî û medenî jî li xwe digire. Li gorî daxuyaniyan:

- Hemû saziyên Rêveberiya Xweser dê bi saziyên fermî yên dewleta Sûriyeyê re werin yekkirin.

- Karmendên sivîl ên ku niha di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin, dê di postên xwe de werin mîsogerkirin û wekî karmendên fermî yên dewletê werin qebûlkirin.

Ev rêkeftin wekî guhertineke stratejîk di nexşeya siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê de tê dîtin û tê çaverêkirin ku di nava mehekê de hemû qonaxên wê bi dawî bibin.