Serokê Herêma Kurdistanê heftiya bê serdana Bexdayê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê dê di destpêka heftiya bê de serdana Bexdayê bike û dê tevlî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bibe.

Endamekê Şandeya Çarçoveya Hevahengiyê ji bo Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, li roja Yekşema bê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dê bê lidarxistin.

Wî Endamê Çarçoveya Hevahengiyê amaje jî da ku, Parlementoya Iraqê dê di eynî rojê de bicive û Serokkomarê Iraqê dê bê hilbijartin. Çarçoveya Hevahengiyê bi rengekê fermî endamên xwe yên parlementoyê haydar kirine ku, eger lihevkirin çê nebe, ew serpişk in ku dengê xwe bidin kîjan berbijarî.

Wî Endamê Çarçoveya Hevahengiyê di derheqa berbijarkirina Malikî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê de jî got ku, çarçoveya navbirî li ser berbijarkirina Malikî cidî ye. Wê di civîna dawiyê de biryara dawiyê li ser wê pirsê daye.