Fuad Hisên: Iraq dixwaze bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Iraqê serdana Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Iraq û deverê girîng wesifand û got ku, rewş hestyar e û pêdivîtiya wê bi çareserkirinê heye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Bexdayê ragihand: Ev serdana duyê ya Wezîrê Derve yê Fransayê ji bo Bexdayê ye. Serdana vê carê pir girîng e ji ber ku dever û Iraq di rewşeka hestyar re derbaz dibin.

Fuad Hisên herwesa got: Piştî ku me li Iraqê pêvajoya hilbijartinan bi rengekê serketî meşand û hejmareka mezin a welatiyan jî tevlî wê pêvajoyê bû, niha desthilata danana qanûnan bi partî û aliyên siyasî re bizavê dike ku serokkomarekê nû hilbijêre û di dû re hikûmeteka nû ava bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê amaje jî da ku, ev serdan di vê demê de girîng e ji ber ku hêz hatiye deverê û îhtîmala şer heye, ji ber vê yekê jî pêdivîtiya rewşê bi çareserkirinê heye.

Navbirî eşkere jî kir: Min ji hefkûfê xwe yê Fransayî re ragihand ku, Iraqê her gav helwesteka aştîxwazane heye û dixwaze pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike. ji bo vê yekê jî, me piştgiriya Hikûmeta Iraqê ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de ragihandiye ji ber ku zimanê gefan û tund xizmeta tu aliyekî nake.

Fuad Hisên herwesa ragihand ku, ew dê piştî civîna bi Serokwezîrê Iraqê re serdana Hewlêrê bike û dê bi rêberên wê yên payebilind re bicive.