Iraq pêşwaziya danûstandinên Îran û Amerîkayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku, pêşwaziya wan danûstandinan dike yên ku di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Wîlaywtên Yekgirtî yên Amerîkayê de tên kirin û ew wekî pêngaveka erênî ji bo kêmkirina aloziyan û qonaxeka nû ya dîplomasiyê li deverê wesif kir.
Wezareta Derve ya Iraqê îro (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir: Em pêşwaziya danûstandinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Wîlaywtên Yekgirtî yên Amerîkayê Amerîkayê de dikin ji ber ku ev ji bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina derfetên diyalogê pêngaveka erênî ye.
Wezareta navbirî tekez jî kir: Iraq piştgiriya xwe ya bi tevahî ji bo bizavên kêmkirina aloziyan û xurtkirina tenahî û ewlehiyê li deverê tekez dike, ev jî li ser bingeha baweriya bi girîngiya şopandina diyalog û dîplomasiyê wekî rêyek ji bo çareserkirina duberekiyan.
Wezareta Derve ya Iraqê herwesa spasî û rêzên xwe ji bo rola Selteneta Omanê jî anîn ziman, ji ber mêvandarîkirin û hêsankarîkirina danûstandinan, ku ew yek wekî piştgirîkirina tenahiyê wesif kir.
Danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de li ser doza atomî û mûşekan duhî (În, 6ê Sibata 2026ê) bi navbeynkariya Omanê li Mesqetê hatin lidarxistin.
Piştî bidawîhatina wan danûstandinan, hin medyayên Amerîkayî ragihand ku, dibe ku Îran bernameya xwe ya atomî ji bo demeka dirêj rawestîne, li beranberî wê yekê jî Amerîka dê cezayên li ser Îranê rake.
Medyaya Omanê jî ji zarê rayedarên welatê xwe ragihand ku, di hevdîtinan de li ser çarçove û şertên danûstandinan nîqaş hatine kirin û tê payîn ku, di rojên bê de gereka din a danûstandinan bi rengekê berfirehtir bê kirin.