Hikûmeta Kurdistanê 6 hezar pirtûkên kurmancî ji xwendekarên Ewropayê re şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, bi armanca piştgirîkirina xwendina bi zimanê dayikê li diyasporayê, 6 hezar pirtûkên dersê yên bi zaravayê kurmancî şandin Ewropayê.

Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Saman Sîweylî ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pirtûk di çarçoveya peymana hevtêgihiştinê ya di navbera wezaretê û Konfedrasyona Revendên Kurdistanî de hatine amadekirin. Li gorî daxuyaniyê, 6 hezar pirtûkên dersê yên bi zaravayê kurmancî bi barhilgirekê ber bi Ewropayê ve hatine şandin.

Saman Sîweylî destnîşan kir, ev pirtûk ji bo astên pola 1ê heta pola 5an a seretayî hatine amadekirin. Tê payîn ku ev materyalên perwerdeyê li ser 14 dibistanên kurdî yên li welatên wekî Almanya, Swîsre, Awisturya, Danîmarka û Luksemburgê werin dabeşkirin.

Derbarê planên wezaretê yên ji bo diyasporayê, Sîweylî got: "Wezareta Perwerdeyê her cure alîkariyan ji bo xwendina kurdî li diyasporayê dike; çi bi dabînkirina pirtûkan be, çi bi vekirina xulên taybet be. Herwiha, planeke me heye ku em navên hemû xwendekarên kurd ên li diyasporayê di sîstema 'E-Parwarda' de tomar bikin, da ku agahiyên wan di qeydên fermî yên wezaretê de cih bigirin."

Wezareta Perwerdeyê beriya niha jî di 25ê Cotmeha 2025an de, 8 hezar û 500 pirtûkên bi her du zaravayên soranî û kurmanciya jorîn (badînî) şandibûn dibistanên kurdî yên li Ewropa û Amerîkayê. Ev hewildan wekî beşek ji stratejiya parastina zimanê kurdî û xurtkirina têkiliya nifşên nû yên diyasporayê bi çand û zimanê wan re tê dîtin.