KCK: Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bê dana mafê hêviyê û azadkirina Ocalan pêşve naçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand: Şertê sereke yê her pêvajoyeka aştiyê li Tirkiyeyê dana mafê hêviyê û azadkirina rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan e, da ku ew bikare rola xwe ya siyasî û dîplomatîk li derveyî girtîgehê bilîze.
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik didaxuyaniyekê de ji medyaya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re bal kişand ser pêşketinên dawiyê yên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê.
Cemîl Bayik eşkere jî kir ku, Abdullah Ocalan dixwaze pêvajoya aştiyê pêşve biçe, lê Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê heta niha jî berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne.
Nabirî di derheqa daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê yên li ser dana mafê hêviyê ji bo Ocalan de wesa difikire ku, daxuyanî tenê bes têrê nakin û bicihanîna wan sozan li ser erdê girîng e.
Hevserokê KCKê tekez jî kir: Zehmet e ku pêvajoya aştiyê pêşve biçe, heke Ocalan neyê azadkirin, ji ber ku ji bo diyalog û çalakiyên siyasî pêdivîtî bi wê yekê heye ku li derveyê girtîgehê be.
Cemîl Bayik amaje jî da: Hin alî di hundirê Tirkiyeyê de rêyê li pêvajoya aştiyê digirin, heta Recep Tayyip Erdogan jî gelek caran ji hebûna wan astengiyan gilî kirine.
Li gorî gotina Bayik, pêvajoya aştiyê berjewendiyên hin kes û aliyan têk dide, ji ber vê yekê jî rayedarên Tirkiyeyê heta niha îradeyeka xurt û pêngavên cidî ji bo biserxistina wê pêvajoyê nîşan nedane.
Hevserokê KCKê tekez jî kir ku, ew amade ne ku bi Ocalan re ji bo pêşvebirina aştiyê bixebitin, lê pêdivîtiya vê yekê bi bersiveka erênî ya desthilatê heye.
Cemîl Bayik amadebûna KCKê anî ziman ku heke rayedarên Tirkiyeyê yek pêngavê ber bi aştiyê ve biavêjin, ew amade ne ku du heta sê pêngavan biavêjin, da ku ew pêvajo bi rengekê serkeftî bigehe encamê.
Pirsa mafê hêviyê, ku di qanûnên navneteweyî de tekez li ser hatiye kirin, mafê sererastkirinê di cezayê girtina heta hetayê de, piştî demeka diyarkirî dide girtiyan, bi merema azadkirina wan.