Kongressmanê Amerîkî: Em çavdêriya rewşa Sûriyeyê û hikûmeta wê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Johnny Olszewski ragihand, ew ji nêz ve çavdêriya pêşhatên li Sûriyeyê dikin û tekez kir ku divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekî rast welat birêve bibe.
Kongressman Johnny Olszewski ji Kurdistan24ê re diyar kir, Encûmena Nûneran bi berdewamî rewşa Sûriyeyê dişopîne. Olszewski destnîşan kir ku ew bi rêveberiya Amerîkayê re di peywendiyê de ne, da ku pişrast bin ku hikûmeta demkî ya nû li gorî pîvanên rast kar dike.
Olszewski got: "Min bal kişandiye ser wan babetên ku di bernameyan de hatine jibîrkirin, bi taybetî maf û pêgeha jinan. Her çend hêviya me ji bo pêkanîna reforman û parastina xelkê Sûriyeyê hebe jî, lê nîgeraniyên me yên cidî jî hene."
Endamê Encûmena Nûneran tekez kir, ew û hevkarên xwe yên di Komîsyona Karên Derve de dê zextên xwe li ser desthilata nû berdewam bikin, da ku guhertinên pêwîst pêk werin. Olszewski got: "Em li hemberî nîgeraniyên di hundirê Sûriyeyê de çavên xwe nagirin."
Olszewski ragihand tekez kir jî: "Em dixwazin ev desthilata nû ya li Sûriyeyê ava bûye, bi şêweyekî wiha hikumranî bike ku li cem me û li cem civaka navdewletî were qebûlkirin."