Rêber Ehmed: Bihêzbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevan de ye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, federalîzm li ser yekîtiya Iraqê ne gef e, belkî yekane sîstem e ku dikare têkiliyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de xurt bike û tenahiya demdirêj misoger bike.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) di gotarekê de li Enstîtuya Hudsonê li Waşintonê xwendineka berfireh ji bo rewşa hestyar a Rojhilata Navîn, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, dever li ber duriyaneka çarenivîssaz e; Ji aliyekî ve derfetên aborî yên hevpar hene û ji aliyekê din ve jî aloziyan rewşeka nezelal afirandiye.

Rêber Ehmed amaje jî da ku, vekişîna leşkerên Amerîkayê ji deverê, ger bêyî bernameyeka berfireh be, dê valahiyekê çê bike ku aliyên din dê tijî bikin û ev jî dê aloziyan kûrtir bike.

Navbirî herwesa ragihand: Serhildana DAIŞê hîn jî xetereka cidî û mezin e. Herêma Kurdistanê wekî hevalbendeka bawerpêkirî qurbaniyên mezin dane, bi rengekî ku nêzîkî du hezar Pêşmergeyan di şkandina DAIŞê de şehîd bûn û 12 hezarên din jî birîndar bûn. Qehremaniya Pêşmergeyan bû ku rê ji bo azadkirina Mûsilê xweş kir. Wî herwesa nîgeraniya xwe ya zêde li ser rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê û bandora wê li ser deverê jî anî ziman.

Wezîrê Navxwe di pareka din a gotinên xwe de jî behsa pirsa Kurdan kir û got: Neteweya Kurd, ku ji 40 milyon kesan pêk tê, hîn jî dewlet tune ye û mafên xwe bi dest nexistine, tevî ku her gav qehremana çespandina nirxên demokratîk bûye.

Rêber Ehmed peyamek arasteyî Waşintonê jî kir û got: Garantîya parastina Kurdan ne tenê bi rêya ewlehiyê ye, belkî divê nasname û mafên destûrî yên gelê me bên parastin, ji ber ku parastina Kurdan parek ji parastina ewlehiya Rojhilata Navîn e. 

Navbirî di derheqa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nerîna Herêma Kurdistanê tekez kir ku, Iraqeka bihêz li ser bingeha bicihanîna destûrê ye.

Wezîrê Navxwe ron jî kir: Federalîzm li ser yekîtiya Iraqê ne gef e, belkî yekane sîstem e ku dikare têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xurt bike û tenahiya demdirêj misoger bike. 

Rêber Ehmed herwesa li ser zihniyeta navendîtiyê haydarî da û got: Nerîna navendîtiyê her gav sedema neseqamgirî û karesatê bû; her ji ber zihniyeta navendîtiyê bû ku çekên kîmyewî li dijî me hatin bikaranîn û em hatin Enfalkirin.

Destkeftiyên Kabîneya Nehê û Xweragiriya Kurdistanê

Navbirî herwesa bal kişand ser pêşketinên Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de.

Wezîrê Navxwe ragihand: Çîroka Herêma Kurdistanê ne tenê çîroka rûbirûbûna qebxwaziyan e, belkî çîroka xweragirî û pêşveçûnê ye. Me kariye bibin xwediyên elektrîka 24 saetî, me krîza avê çareser kiriye û me xizmetên xwe kirine dîjîtalî.

Rêber Ehmed tekez jî kir ku, bihêzbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê, deverê û tevan de ye û got: Ev destkeftî rengvedana pabendbûna me ye ji bo ku em di çarçoveya Iraqa federal de bibin xwedî xweserî û navendeka girîng a bazirganî û aborî.