Jan Dost li Şamê pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kirin
Şam (K24) – Piştî dûrbûneke zêdetirî 25 salan ji qada çandî ya li navxweyî Sûriyeyê, bo cara yekem nivîskar û romannivîsê Kurd berhemên xwe li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê îmze kirin.
Pêşangeha Pirtûkan a Şamê îsal bi reng û dengên cuda hate lidarxistin. Yek ji beşên herî balkêş ên pêşangehê, beşa "Beşa Kurdî" bû ku tê de gelek berhemên bi zimanê Kurdî û Erebî hatibûn pêşandan. Nivîskar û romannivîsê navdar Jan Dost jî wekî mêvanekî taybet beşdar bû û pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kirin.
Romannivîs Jan Dost ku cara yekem e di pêşangeheke bi vî rengî de li Şamê pirtûkên xwe îmze dike, kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
"Ez cara yekem e li vir amade dibim û pirtûkên xwe îmze dikim. Min pirtûkên xwe yên bi Kurdî û Erebî, bi taybetî çar romanên ku li ser şer û şoreşa Sûriyeyê (Amûdê, Efrîn, Kobanê û Helebê) hatine nivîsandin, ji bo xwendevanan îmze kirin. Pêşwaziyeke gelekî germ ji aliyê xwendevanan ve hebû."
Serdankerên pêşangehê jî hebûna beşa Kurdî wekî pêngaveke dîrokî û girîng dinirxînin. Hewlêr Omer, ku serdana pêşangehê kiribû, derbarê girîngiya vê beşê de wiha axivî: "Ev tiştekî gelekî girîng e ji bo me Kurdan ku beşekî Kurdî di Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de hebe. Pirtûkên mamoste Jan Dost li ser dîrok û jiyana Kurdan in û nîşan didin ku Kurd di dema şoreşê de û beriya wê di çi rewşê re derbas bûne."
Herwiha serdankerê bi navê Mihemed Mihemed jî destnîşan kir ku ev yek ji bo nêzîkbûna gelan û nasandina dîroka Kurdî fersendeke baş e:
"Em kêfxweş in ku beşa Kurdî li vir hatiye vekirin. Ev gava yekem e ku em dîrok û çanda xwe nîşanî gelê Sûriyeyê bikin. Em hêvî dikin ku ev bibe destpêkek ji bo bidestxistina mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd li Sûriyeyê."
Di beşa Kurdî de ne tenê romanên nûjen, lê berhemên klasîk ên wekî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî û gelek berhemên din ên wêjeya sofîgerî û dîrokî jî cih girtin. Ev çalakî wekî pireke çandî di navbera xwendevanên Kurd û Ereb de tê dîtin ku bi her du zimanan berhem hatin pêşkêşkirin.