Rêbaz Hemlan: Şandeka bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Rêbaz Hemlan
Rêbaz Hemlan

Navenda Nûçeyan (K24) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî ragihand ku, biryar e ku şandeka bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên bê de serdana Bexdayê bike, da ku çend mijarên girîng ên têkildarî budçe, gumrik û xalên sînorî nîqaş bike.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Aborî Rêbaz Hemlan îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, biryar e ku şandeka bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên bê de serdana Bexdayê bike.

Rêbaz Hemlan herwesa got: Yek ji armancên sereke yên vê serdanê nîqaşkirina li ser wan rênima û rêkarên nû ye yên ku li xalên sînorî û gumrikên Iraqê tên bicîhanîn, bi taybetî jî mijara sîstema ASYCUDAyê, ku ji bo xwedîkar û şîrketên Herêma Kurdistanê pirsgirêkên mezin çê kirine û li ber tevgera bazirganî bûye astengî.

Navbirî amaje jî da: Ji bilî pirsgirêkên gumrikê, şandeya Herêma Kurdistanê dê para Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê de û mijara radestkirina dahatên navxweyî bi rayedarên Wezareta Darayî ya Iraqê û aliyên peywendîdar re nîqaş bike. Armanca van nîqaşan jî ew e ku, ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên darayî yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane bigihîjin lihevkirineka nû.

Ev serdan di demekê de ye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi karmendên nû yên Wezareta Darayî ya Iraqê re zêdetir hevahengiyê bike, da ku pêşiyê li her pirsgirêkeka teknîkî û darayî bigire ku bandoreka neyînî li ser jiyana welatiyan û sûka Herêma Kurdistanê hebe.

Di vî warî ce, tê payîn ku ev şand di vê heftiyê de bigihîje Bexdayê û hejmareka zêde ya civînan bike.