Ji ber bacên giran ên Iraqê, bazirganên Kurdistanê berê xwe didin bazarên Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku hikûmeta Îraqê heqê gûmrikê ya li ser gelek kelûpelên hawirdeyê zêde kir, gelek bazirganên Herêma Kurdistanê êdî berê xwe dane bazarên Tirkiyeyê. Di van rojên dawî de hejmara bazirganên Herêma Kurdistanê ku berê xwe dane yek ji mezintirîn bazara cilûbergan a Tirkiyeyê Merterê du qat zêde bûne. Bazirganên Herêm dibêjin, Tirkiye hem ji bo wan welatekî nêzik e û berhemên ku ew ji Tirkiyeyê dikirin li gor welatên dî dikarin zûtir bo Herêma Kurdistanê neqliye bikin. Ew dema ew bi Tirkiyeyê re bazirganî dikin ji asankariyan zêdetir sûdmend dibin.

Herçend ji ber helawsanê bazara Merter a cilûbergan a Stenbolê ber îflasbûnê ve biçe, du cejnên li pêşiya me livûtevgereke germ xistiye nav bazarê. 

Lê sedemeke din a diyar a vê germbûnê jî heye. Piştî ku hikûmeta Îraqê rêjeyên gûmrikê bo berhemên hawirdeyê zêde kir, hejmara bazirganên Herêma Kurdistanê û Îraqê ku berê xwe dane vê bazarê du qat zêde bûye. 

Zêdekirina gûmrikan gelek bazirganan tûşî zerereke zêde kirine û berhemên gelekan li gûmrikan asê mane dibêje dibêje bazirganekî din û diyar dike ku di rojên pêş de dê zêdetir bazirganên Herêma Kurdistanê û Îraqê bêrê xwe bidin Tirkiyeyê.

Zêdekirina gûmrikan livûtevgera bazarên Îraqê ji sedî 50 sist kiribû û daku heqê gûmrikê nedin bihezaran konteynerên bazirganên Îraqî li Bendera Umqesirê asê mabû.