Mehmet Kamaç: Pirsgirêk ne tenê çekdanîna PKKê ye, divê mafên Kurdan werin naskirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mehmet Kamaç ragehand, ji bo serkeftina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê, pêdivî bi guhertinên yasayî yên bingehîn heye û ev pêvajo rasterast bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mihemed Kamaç di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de bal kişand ser guhertina zimanê dîplomatîk a Enqereyê û girêdana wê ya bi pêvajoya aştiyê re. Kamaç destnîşan kir ku statûya Kurdan a li Sûriyeyê rasterast bandorê li ser pêvajoya li hundirê Tirkiyeyê dike.

Kamaç bal kişand ser hinek guhertinên di nêrîna dewleta Tirkiyeyê de û wiha got: "Dema em dibînin ku Serokkomarê Tirkiyeyê êdî li şûna 'Eyn el-Ereb' navê 'Kobanê' bi kar tîne, ev nîşaneya guhertineke di nêrîna siyasî de ye. Çareseriya li Tirkiyeyê bi aramî û statûya Kurdan a li Sûriyeyê ve girêdayî ye."

Kamaç bal kişand ser giringiya avakirina "zemîna hiqûqî" ji bo çareseriyê û wiha got: "Pêvajoya aştiyê nikare tenê li ser hinek gotinan bimeşe. Pêdiviya me bi avakirina zemîneke hiqûqî ya kamil heye daku hemû alî bikarin bi dilrehetî tevlî pêvajoyê bibin. Di vê çarçoveyê de, derxistina 'yasayên demkî' ji bo girtiyan û kesên ku dixwazin vegerin nav siyaseta legal gelekî giring e. Divê ev yasa rê li ber diyalogê vekin û ne tenê wekî pêngavên demkî, lê wekî beşek ji guhertineke mezin a dadweriyê bin."

Kamaç derbarê karê "Komîsyona Demokrasî û Biratiyê" ya li perlemana Tirkiyeyê de diyar kir, "her çend komîsyon bi xwe biryarder nîne jî, lê pêşniyarên ku amade dike dê bingeha guhertinên yasayî ava bikin. Di nava van pêşniyaran de, nêrîna her partiyekê cuda ye. Di rapora partiyan de, behsa çareseriya pirs Kurd nayê kirin, ew tenê weke pêvajoyeke “Tirkiyeya bêteror” tevdigerin, em vê rast nabînin. "

 Herwiha tekez kir, pirsgirêk ne tenê, pirsa danîna çekên PKKê ye, lê divê ev bibe pêngavek ji bo çareseriya pirsa Kurd. Pêwîst e ev jî bi pêşniyarên partiyên siyasî bê kirin.

Mehmet Kamaç di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê kir, hin pêngavên giring ên wekî 'Mafê Hêviyê', azadkirina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî û nehîştina yasayên qeyûmtiyê hene, lê aştî tenê bi guhertina destûrê û naskirina mafên rewa yên miletê Kurd pêkan e.