Serkirdeyekê Dewleta Qanûnê: Di Çarçoveya Hevahengiyê de pirsgirêk hene û em dixwazin Serok Barzanî wan çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekê berçav ê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê îtîraf bi hebûna duberekî û pirsgirêkan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de kir û ragihand ku, rola Serok Barzanî dikare yekrêziya wê çarçoveyê xurttir bike û pirsgirêkan çareser bike.

Ebdurehman Cezaîrî, ku serkirdeyekê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ye û kesatiyekê nêzî Nûrî Malikî ye, îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Nayê veşartin ku di Çarçoveya Hevahengiyê de pirsgirêk hene, lê Hewlêr û Serok Barzanî dikarin di çareserkirina wan pirsgirêkên têkildarî serokwezîr de rola xwe bilîzin.

Ebdurehman Cezaîrî amaje jî da: Ezmûna borî nîşan daye ku helwestên Serok Barzanî her gav ji bo çareserkirina pirsgirêkan sedem bûn. Herwesa got: Rola cenabê wî yekbûna me di Çarçoveya Hevahengiyê de xurttir dike.

Navbirî di derheqa berbijarbûna Malikî ji bo posta serokwezîrtiya Iraqê de jî eşkere kir ku, Tevgera Hîkmeyê û Tevgera Sadîqûnê her du di nav Çarçoveya Hevahengiyê de xwedî têbînî û xweparastin in, xasma jî piştî têbîniyên Serokê Amerîkayê li ser Malikî. Lê tekez jî kir: Heta niha Malikî berbijarê fermî yê Çarçoveya Hevahengiyê ye û xwe venekêşaye.

Wî serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ron jî kir ku, yek-du rojên bê dê yekalîker bin, biryar e ku Çarçoveya Hevahengiyê ji bo nîqaşkirina wan zextan û çareserkirina pirsgirêkan bicive.

Ebdurehman Cezaîrî li dawiyê jî li ser rola Amerîkayê got: Têkiliya me bi Amerîkayê re têkiliyeka leşkerî ye, ne siyasî ye, lewma jî nayê qebûlkirin ku ew destwerdanê di karûbarên siyasî û destnîşankirina serokwezîr de bikin.