Ramanli: Divê desthilat êdî gavên wêrek û pratîk biavêje

Enqere (K24) – Rapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû amadekirin, li komîsyonê bi 47 dengên erê hat qebûlkirin. Parlamenterên HUDA-PAR û DEM Partiyê jî didin zanîn ti pirsgirêk li pêşiya Tirkiye nînin gavan neavêje û pêwîst e êdî desthilat gavên wêrek û êrênî biavêje ku prose pêşve biçe.

Li Tirkiyeyê Rapora Hevbeş ya Komîsyona Meclisê ku ji bo çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd hatibû amadekirin, di encama dengdanê de bi 47 dengên "erê", 2 dengên "na" û degekî "bêalî" hat qebûlkirin. Hat diyarkirin AK Partî, MHP, CHP, DEM Partî û Partiya Yeni Yolê dengê "erê", parlamenterê partiya TİPê Ahmet Şik û parlamenterê EMEPê Îskender Bayhan dengê "na" û parlamentera CHPê Türkan Elçi jî dengê "bêalî" daye. Bi vî awayî rapora ji 60 rûpelî û 7 sernavan pêk tê bi piraniya dengan di komîsyonê de hat qebûlkirin

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanli ji K24ê re got: “Îro pêwîst e siyaset wêrek be, bi cesaret be. Hin tiştên jê tê xwestin rojek berî rojekê biavêje. PKKê îlankirina fesixkirina xwe kir, li Sûriye me digot dê astengiyeke mezin çêbibe va ye bi entegrasyonekê bi muzakereyan birêve diçe. Ti pirsgirêk û astengî di vê mijarê de îro li hemberî Tirkiye nemaye. Lazim e êdî gavên erênî bên avêtin, qanûn bên dersixtin, ew endamên dev ji çekan berdane dê bi çi awayî tevlî civakê bibin. Yên di hepse de dê bi çi rengî bên serbest berdan, yên li Ewropa yên koçber bûne wê çawa dîsa vegerin welatê xwe. Lazim e div î warî de hin xebat bên çêkirin.”

Di raporê de îfadeya "mafê hêviyê" rasterast cih nagre, lê pênaseyek nerasterast jê re tê kirin, banga bidawîkirina sepana qeyûman dike û pêşniyar dike ku di Qanûna Cezayê ya Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê (TMK) de di çarçoveya pênaseyek nû ya terorê de guherîn bên kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan got: “ Tê pêşniyarkirin ku piştî piştrastkirina çekdanînê, qanûneke taybet bê derxistin û tê gotin divê bo kesên çek danîn pêvajoyeke darazê hebe û ev yek di nav civakê de wekî "lêborîneke giştî" neyê fêmkirin. Her wiha, ji bo meşandina pêvajoyê, parastina mafên kesên di nav proseyê de û garantiya yasayî ji bo wan wekî şertekî sereke hat diyarkirin.

DEM Partiyê tevî dengê "erê", daxwaz kir ku pênaseya "terorê" bê guhertin û astengiyên li ser zimanê Kurdî bên rakirin. Alîkarê Serokê MHPê Feti Yildiz jî got: Divê di pergala înfazê de guhertinên wekhev bên kirin û biryarên Dadgeha Ewropayê û Destûrê bên cibîcîkirin. CHPê jî rexne li desthilatê girt ku guh nade biryarên dadgehan.