Li Zaxoyê 30 kargeh ji ber biryareka Hikûmeta Iraqê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev heşt roj in ku zêdetir ji 30 kargehên amadekirina kelûpelên xwarinê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê bêyî haydarkirin û bi biryareka Hikûmeta Iraqê hatine girtin.

Heval Hesen ê karker ji Kurdistan24ê re got: Ev heşt roj in ku em ji ber vê biryarê bê kar mane û biryara girtina van kargehan bêyî haydarkirin hatiye dayîn. Em hêvî dikin ku ev kargeh zû bên vekirin û em vegerin ser karên xwe.

Zêdebarî wê yekê ku bi sedan kelûpel di embaran de mane, karkerên kargeha dagirtina kelûpelên xwarinê bi rêjeya 80% bê kar mane û piraniya wan zewicî û karker in.

Fermanberê şîrketê Salih Ehmed ji Kurdistan24ê re got: Heke bi vî rengî berdewam be, rewşa aborî ya karmend û karkeran dê xirabtir bibe, ji ber ku debara jiyana wan bi van kargehan ve girêdayî ye û piraniya wan zewicî û kirêdar in.

Birêvebirê Kargehê Mihemed Ferhad jî ji Kurdistan24ê re got: Nêzîkî 100 tonên xwarinê di embaran de mane û em nikarin wan hawirdeyî başûrê Iraqê bikin, herwesa hemî karmendên me bê kar mane.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Zaxoyê Letîf Osman ji Kurdistan24ê re ragihand: 30 kargeh li Zaxoyê hatine girtin û bê kar mane. Bexda pir dijîtiya Herêma Kurdistanê dike, xasma jî di warê bazirganiyê de.

Berevajî biryara bicîhanîna sîstema ASYCUDAyê, biryara girtina kargehan ji hêla Hikûmeta Iraqê ve biryara herî nû ye li ser sektora bazirganiyê li Herêma Kurdistanê.