PWK: Qedexekirina hesabê me yê 'X'ê li Tirkiyeyê binpêkirina azadiya ramanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand, li ser daxwaza saziyên fermî yên Tirkiyeyê, gihîştina hesabê wan ê fermî yê tora civakî X (Twitter) li nava sînorên Tirkiyeyê hatiye sînordarkirin. PWK’ê ev biryar wekî "astengkirina azadiya ramanê" pênase kir û protesto kir.

Buroya Ragihandinê ya PWK’ê îro 25ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, rêveberiya X’ê di 24ê Sibata 2026an de peyamek ji wan re şandiye. Di peyamê de hatiye diyarkirin ku li ser daxwaza Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) ya Tirkiyeyê û li gorî qanûna bi hejmara 5651ê, hesabê PWK Navendê (@PWK_Navend) li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.

PWK’ê destnîşan kir ku di vî hesabî de tenê daxuyaniyên fermî yên partiyê û nûçeyên derbarê xebatên wan de tên parvekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wek PWK, em radigihînin ku em xwedî li hemû agahî û belgeyên ku di hesabê me de hatine parvekirin derdikevin. Ev biryara BTK’ê tê wateya astengkirina azadiya raman û îfadeyê."

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê wiha ye:

Rêveberîya X (Twitter)ê, bi peyameke ku di roja 24.02.2026an de ji partiya me re şandîye; ragehandîye ku li ser daxwaza Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) ya Dewleta Tirkîyeyê û li gorî xala 8/A ya qanûna bi hejmara 5651ê, hesabê X yê bi navê @PWK_Navend li Tirkîyeyê hatiye sînordarkirin, qedexekirin.

Di peyama ku ji alîyê Rêveberîya X (Twitter)ê ve ji bo me hatîye şandin de wiha tê gotin: "Ji bo em berpirsiyarîyên xwe yên ji qanûnên herêmî yên Tirkîyeyê pêk bînin, gihîştina hesabê we li Tirkîyeyê hatîye sînordarkirin; naverok li welatên din dê her wekî xwe xuya bibe."

Hiqûqnasên partîya me, hem ji Rêveberîya X (Twitter)ê û hem jî ji Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragehandinê daxwaz kirin ku hincetên vê biryarê ji me re bişînin.

Lê belê, hesabê X yê PWK Navendê, hesabê fermî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ye. Di vî hesabî de daxuyaniyên partîya me û nûçe û agahîyên di derbarê partîya me de yên ku di organên ragehandinê de belav dibin, têne parvekirin.

Wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em radigihînin ku em xwedî li hemû agahî û belgeyên ku di hesabê me yê Xê de hatine parvekirin derdikevin. Em bi girîngî destnîşan dikin ku ev biryara Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragehandinê, tê wateya astengkirina azadîya raman û îfadeyê.

Em qedexekirin, sînordarkirina ku li Tirkiyeyê li ser hesabê Xê yê PWK Navendê hatîye danîn protesto dikin û daxwaz dikin ku ev biryara sînordarkirinê demildest bê rakirin.