Rêveberê SOHRê: Nabe rêveberiya nû ya Şamê bibe dîktatoriyeke din
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Abdulrahman di hevpeyvîneke bi Kurdistan24ê re, rexneyên tund li hin serkirde û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê girtin. Abdulrahman hişyarî da ku heke Sûriyeya paşerojê li ser bingeha ji nehîştina aliyên din were avakirin, dê paşeroja wê ya geş nebe.
"Amerîka dîktatorekî nû ava dike"
Ramî Abdulrahman di axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta Amerîkayê û îdareya Donald Trump û got: "Wisa xuya dike ku Amerîka dixwaze dîktatorekî nû di nava Sûriyeyê de ava bike, daku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî û yên Îsraîlê biparêze. Em ji dîktatoriya Beisê rizgar bûn, em naxwazin bikevin bin destê dîktatorekî din ê tundrew."
Parastina HSDê û têkoşîna dijî DAIŞê
Rêveberê SOHRê bi tundî ew tohmetên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "hêzên dagirker" pênase dikin red kirin û got: "Ew kesê ku ji HSDê re dibêje dagirker, bi xwe xwedî hizrê DAIŞê ye. Çimkî HSD navçeyên rojhilatê Firatê ji terorîstên DAIŞê paqij kir û heta niha jî şerê terorê dikin."
Pêdivî bi artêşeke niştimanî ya nû heye
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ramî Abdulrahman tekez kir, ji bo aramiya Sûriyeyê, divê artêşeke niştimanî ya nû were avakirin. Herwiha destnîşan kir jî, divê ev artêş mafên hemû pêkhateyan, di nav de Kurd, Elewî û hemû netewe û olan biparêze.
Ramî Abdulrahman hişyarî da ku nabe artêş tenê ji wan komên çekdar pêk were ku "destên wan di xwîna welatiyan de hene."