Ayşegul: Pirsa Kurdan hîn jî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê tê dîtin

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Dem Partiyê ragihand ku, pirsa Kurdan hîn jî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê tê dîtin û navê wê pirsgirêkê di raporta nû ya komîsyonê de jî nehatiye eşkerekirin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) ragihand ku, her çend ew raporta komîsyonê rexne dikin jî, lê ew amadekirina wê raportê wekî xaleke dîrokî dibînin ku hemî aliyên siyasî û civakî anîne cem hev.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) herwesa got: Pirsa Kurdan hîn jî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê tê dîtin, û navê wê pirsgirêkê jî hîn nehatiye eşkerekirin.

Ayşegul Dogan herwesa got: Raya giştî bi tevahî bawerî bi wê pêvajoyê nîne. Ew bi eşkereyî dipirsin, di demekê de ku Selahattin Demirtaş di girtîgehê de be û pergala qeyûman berdewam be, ew çawa bawer bikin?

Berdevka navbirî ron jî kir: Di wê raportê de hîn jî navê wê pirsgirêkê nehatiye anîn. Gelo ew dê çawa wê pirsgirêkê bi xwe çareser bikin? Hin pêngav hene ku pêdivîtiya wan bi guhertina qanûnê nîne, wekî pirsa qeyûman û bicîhanîna biryarên dadgehê.

Berdevka Dem Partiyê amaje jî da: Hûn li benda çi ne ku qeyûman bidawî bikin? Tiştê din guhertinên qanûnî ne. Awayê serederîkirina bi wan kesan re yên ku çekan dadinin dê çawa be? Em dibêjin ku bila serederiyeke wekhev û tevgir hebe, û divê her kesekê ku çekan dane azad be û bikare di nav siyaseta demokratîk de bixebite.

Ev jî di demekê de ye ku, raporta hevpar a Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê di roja 18ê Sibata îsal de bi piraniya dengan hatibû qebûlkirin. Wê raportê pirsa Kurdan di çarçoveya “teror û ewlekariyê” de nirxandibû û behsa naskirina maf û nasanmeya Kurdan jî nekiribû. Tevî vê yekê jî, Dem Partiyê dengê erê dabû wê raportê.