Îlham Ehmed: Divê mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand ku, ev bi dehan sal e ku mafên Kurdan li Sûriyeyê hatine binpêkirin. Di seranserê dîrokê de, Kurdan xizmeta mirovahiyê kiriye û ji bo bidestxistina azadiyê gelek têkoşan kiriye. Me li dijî DAIŞê şer kir û me mirovahî ji şerekî mezin rizgar kir.
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) ragihand: Em dixwazin ku pêkhateyên Sûriyeyê bi azadî bijîn û divê mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.
Îlham Ehmed amaje jî da: Ev bi dehan sal e ku mafên Kurdan li Sûriyeyê hatine binpêkirin. Di seranserê dîrokê de, Kurdan xizmeta mirovahiyê kiriye û ji bo bidestxistina azadiyê gelek têkoşan kiriye. Me li dijî DAIŞê şer kir û me mirovahî ji şerekî mezin rizgar kir.
Wê herwesa got: Li beranberî wî şerê ku me li dijî terorîstên DAIŞê kiriye, mafê herî kêm binecihkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de ye, ew pêngava ku divê bê avêtin hîn jî nehatiye avêtin.
Îlham Ehmed amaje jî da: Divê sîstemek hebe ku mafên jinan biparêze. Ev peyman hatiye çêkirin, hevfêmkirin di navbera hêzên ewlehiyê de hatiye kirin, pirsgirêk û astengî hîn jî mane, lê em li ser danûstandinan berdewam in ka em çawa wan çareser bikin bikin.
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser tekez jî kir ku, dezgehên ragihandinê yên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê roleke xirab di mezinkirina pirsgirêkan û belavkirina zimanê tundûtûjiyê de dilîzin.