Amerîka û 6 welatên Erebî êrîşên Îranê şermezar kirin: "Mafê me yê xweparastinê heye"
Navenda Nûçeyan (K24) – Di daxuyaniyeke hevbeş de, Amerîka ligel Erebistana Siûdî, Behreyn, Urdin, Kuweyt, Qeter û Îmaratê bi tundî êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê şermezar kirin û ev yek wek gefeke mezin li ser aramiya herêmê pênase kirin.
Îro 2ê Adarê di daxuyaniyeke hevbeş a heft welatan de, êrîşên vê dawiyê yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên navçeyê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê bi awayekî serberdayî êrîş biriye ser axa Behreyn, Herêma Kurdistanê, Urdun, Kuveyt, Oman, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmaratê.
Heft welatên îmzekar destnîşan kir, ev êrîş bê hincet in û rasterast serweriya axa welatan kirine armanc. Herwiha hat gotin jî, van êrîşan jiyana welatiyên sivîl xistiye metirsiyê û ziyaneke mezin gihandiye binesaziya sivîl a welatên herêmê. Di daxuyaniyê de tevgera Îranê wek "geşedaneke metirsîdar" û binpêkirina qanûnên navdewletî hat binavkirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, her heft welatan helwesta xwe ya yekgirtî nîşan da û ragihandin: "Em di parastina welatiyên xwe, serwerî û axa xwe de yekrêz in. Em tekez dikin ku mafê me yê xweparastinê li hemberî van êrîşan heye." Welatan diyar kir jî, armancgirtina welatên ku ne aliyên şer in, tevgereke sereraste û aramiya herêmê têk dibe.
Di dawiya daxuyaniyê de, her heft welatan pabendbûna xwe bi asayîşa navçeyê ragihand. Herwiha pesnê hevahengiya çalak a di navbera hêzên xwe yên parastina asmanî û mûşekî de kirin, ku karîne rê li ber karesatên mezintir û ziyanên canî yên zêdetir bigirin.