Reuters: Firokeyeke şer a Amerîkayê kete xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê belav kir, firokeyeke şer a Amerîkayê li Kuweytê hatiye xistin, lê belê heta niha berpirsên Washingtonê ev nûçe piştrast nekirine.
Ajansa Reutersê îro 2ê Adarê ragihand, firokeyeke leşkerî ya Amerîkayê li welatê Kuweytê hatiye xistin. Tevî ku heta niha rayedarên Washingtonê ev nûçe bi fermî piştrast nekirine, lê şahidên li herêmê diyar dikin ku dûmaneke reş ji derdora Balyozxaneya Amerîkayê ya li bajarê Kuweytê bilind dibe.
Hevdem ligel van geşedanan, Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Kuweytê ragihand, hêzên wan ên berevaniya asmanî li nêzîkî deverên "Rumaithiya" û "Salwa" rûbirûyî çendîn "armancên dijminane" (dron û mûşek) bûne û ew li asman têk birine.
Ji ber berdewamiya metirsiya êrîşên asmanî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kuweytê hişyarî da welatiyên xwe ku bi ti awayî ber bi avahiya balyozxaneyê ve neçin û li cihên girtî û ewle bimînin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Metirsiya mûşek û dronan hîn jî berdewam e; ji kerema xwe di malên xwe de bimînin."
Ev pêşhat di demekê de ne, herêma Kendavê ji ber rûbirûbûna Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê, di nav rewşeke awarte ya leşkerî de ye.