CENTCOM: Zêdetirî 2000 binkeyên serbazî yên Îranê hatine lêdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên mezintirîn êrîşa leşkerî ya li ser Îranê aşkere kirin. Di nava kêmî 100 saetan de, 2,000 armancên serbazî hatin lêdan û hêza deryayî ya Îranê bi temamî ji kar ket.

Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper îro 4ê Adarê di peyameke vîdyoyî de geşedanên herî nû yên operasyona "Epic Fury" aşkere kirin. Cooper ragihand, di çar rojên borî de ziyanên giran û dîrokî gihîştine binesaziya leşkerî ya Îranê.

Admiral Cooper destnîşan kir, qebareya êrîşên di 24 saetên yekem de, du qatî êrîşên navdar ên "Şok û Heybet" bûn ku di sala 2003an de li dijî Iraqê hatibûn encamdan. Operasyona niha bi armanca "dawîanîna li gefên 50 salî yên Îranê" li dijî berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê tê birêvebirin.

Di bombebarankirina binkeyên mûşekî û navendên fermandariyê yên li kûrahiya axa Îranê de, ev hêz beşdar in:

- Zêdetirî 50,000 serbaz.

- 200 firokeyên şer.

- 2 keştiyên firoke-hilgir.

- Balafirên stratejîk ên wekî B-2, B-1 û B-52.

Li gorî agahiyên fermandarê CENTCOMê, heta niha 17 keştiyên şer ên Îranê (di nav de jêrderyayiya wan a herî çalak jî heye) hatine rûxandin. Cooper got: "Niha ti keştiyeke Îranî di ava Kendavê, Tengava Hurmiz û Deryaya Omanê de nemaye."

CENTCOMê aşkere kir, cara yekem mûşekên dûravêj ên ji celebê PrSM di şer de hatine bikaranîn. Herwiha behsa hêza taybet a dronan a bi navê "Task Force Scorpion Strike" hat kirin, ku bi hezaran dronên bombekirî li dijî Îranê bi kar anîne. Cooper bal kişand ser wê yekê: "Dîzayna van dronan di bingeh de ya Îranê bû; me ew birin Amerîkayê, ew pêş xistin û niha me li dijî wan bikar anîn."

Admiral Cooper ragihand, Îranê di bersiva êrîşan de zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û 2,000 dron arasteyî hêzên Amerîka û hevalbendên wê kirine, lê şiyana êrîşê ya Îranê her ku diçe lawaz dibe û sîstemên wan ên parastinê bi giranî têk çûne.

Di dawiya peyama xwe de, Cooper dilniyayî da ku operasyon dê heta gihîştina hemû armancên serbazî berdewam bike û got: "Em hîn di destpêka karê xwe de ne û erkê me berdewam e."