Asayîşa Hewlêrê haydariyê dide welatiyan û çend rênimayan belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyeke lezgîn ji bo parastina canê welatiyan weşand û tê de çend haydarî û rênimayên girîng pêşkêşî wan kirin.
Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) daxuyaniyeke lezgîn weşand û tê de bang li welatiyan kir ku, di dema ketina her dron an mûşekekê de, bi tu rengan li cihê bûyerê kom nebin.
Asayîşa Hewlêrê amaje jî da ku, ev daxwaz ji bo wê yekê ye ku kombûna welatiyan nebe sedema çêbûna xeterê li ser jiyana wan û rêyê li karên tîmên peywendîdar negire.
Çavkaniya navbirî herwesa haydarî da welatiyan ku, bi tu rengan destê xwe nekin perçe û bermahiyên wan tiştên nenas ên ku dikevin xwarê, ji ber ku dibe ku biteqin an jî madeyên xeter tê de hebin ku zirarê bidin saxlemiya wan.
Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê li dawiyê jî ji welatiyan xwest ku, di dema her bûyereke bi wî rengî de, tavilê bi xetên germ ên birêvebiriya wan re têkiliyê daynin, da ku ew tîm bigihîjin cihê armancê.
Hejmarên xetên germ:
066106
07502522728
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.