Îranê destpêkirina pêleke din a êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê destpêkirina pêleke nû û berfireh a êrîşên mûşekî û dronî li dijî kûrahiya Îsraîlê û bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li navçeyê ragihand.
Supaya Pasdaran a Îranê îro 5ê Adarê di daxuyaniyekê de destpêkirina qonaxa 19an a operasyona bi navê "Soza Rastîn 4" aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, di vê qonaxê de hejmareke mezin mûşek û dron ber bi kûrahiya axa Îsraîlê û bingehên Amerîkayê ve hatine şandin.
Ev êrîşên nû di demekê de ne, ji roja Şemiyê (28ê Sibata 2026an) ve şerê rasterast di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de dest pê kiriye. Piştî ku Amerîka û Îsraîlê bi êrîşeke asmanî çend serkirdeyên bilind ên Îranî kuştin, Tehranê bi çendîn pêlên mûşekî bersiva van êrîşan da.
Supaya Pasdaran tekez dike, operasyona "Soza Rastîn 4" dê berdewam bike û hemû bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên navçeyê di armanca wan de ne.