Mesrûr Barzanî di salvegera Raperînê de: Yekîtî sermayeya me ya herî mezin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Adarê bi boneya 35emîn salvegera Raperîna Adara 1991ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Raperîn wek yek ji "destkeftên herî bi rûmet" ên gelê Kurdistanê pênase kir û destnîşan kir ku ev serhildan berhema yekîtî û yekrêziya hemû pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû. Barzanî diyar kir ku bi saya vê xebat û têkoşînê, îro Herêma Kurdistanê xwedî qewareyekî siyasî û saziyên fermî û şer'î ye.
Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzan:
Di 35emîn salvegera Serhildana mezin û bi rûmet a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê de, germtirîn pîrozbahiyan li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.
Serhildan yek ji destkeftên herî bi rûmet ên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekitî û yekrêziya pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû. Di bin siya serhildan, xebat, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de, îro Herêma Kurdistanê xwedî qeware û saziyên fermî û şer'î ye, ku pêwîst e bi her awayî parastina wan bikin û hîn bêtir pêş bixin.
Di vê salvegera bi rûmet de, em tekez dikin ku yekitiya gelê Kurdistanê sermayeya me ya herî mezin û herî bi hêz e. Çawa ku di bin siya yekitiya gelê Kurdistanê de Serhildana Adara 1991ê bi ser ket û gihîşt encamê û destkeftên îro jê berhem hatin, di vê kêliya îro de jî pêwîst e gelê Kurdistanê ji her demê bêtir parastin û berevaniyê ji destkeftên xwe yên niştimanî û neteweyî bike, ji bo paşerojeke baştir û pêşketîtir.
Bîranîna Serhildana dîrokî ya 1991ê bilind û bi rûmet be.
Silav li rihê pak ê şehîdên Serhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
5/3/2026