Peyamnêrê Kurdistan24ê: Êrîşa li ser Kampa Azadiyê ya Koyeyê bêzirar bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Êrîşên li ser Kampa Azadiyê ya Koyeyê bêzirar bûn, û ji roja Şemiyê heta îro ev cara çarê ye ku êrîşî ser wê kampê tê kirin.
Îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) êrîşî ser Kampa Azadiyê ya bajarkê Koyeyê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand: Êrîşa li ser Kampa Azadiyê ya Koyeyê tu zirareke canî nebû. Ji roja Şemiyê heta îro, ev cara çarê ye ku êrîşî ser Kampa Azadiyê tê kirin.
Komên girêdayî Miqawemeya Îslamî li Iraqê di rojên borî de êrîş kiriye ser çend deverên Herêma Kurdistanê, lê hemî êrîş ji hêla sîstema dijî mûşekan ve hatine pûçkirin û tu zirarên canî nebûne.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.