Serok Barzanî: Xwîna şehîd Welat û şehîdên din belaş naçe
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bang li hikûmeta Iraqê kir ku, sînorekî ji bo komên çekdar ên neqanûnî deyne. Tekez jî kir ku, “Xwîna şehîdan belaş naçe”.
Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) tevlî behiya şehîd Welat Tahir bûn, ku şevêdî (Şemî, 7ê Adara 2026ê) di encama êrîşeke bi dronan de li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd bû.
Serok Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser rewşa aloz a deverê û êrîşên vê dawiyê li ser Herêma Kurdistanê û ragihand: Wekî ku em dibînin, tevahiya deverê di rewşeke aloz re derbaz dibe. Me her ji destpêkê ve bizav kir ku Kurdistan ji wan şer û nexweşiyan dûr be.
Serok Barzanî nîgeraniya xwe ya zêde li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê anî ziman û got: Mixabin, em dibînin ku hin komên neqanûnî şer difiroşin me.
Serok Barzanî di pareke din a daxuyaniya xwe de peyamek pêşkêşî navenda biryardanê ya Iraqê kir û got: Em bang li hikûmeta federal, parlemento û hêzên siyasî yên Iraqê li Bexdayê dikin ku, sînorekî ji van tawanbaran re deynin.
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de jî peyameke piştrastbûnê da welatiyên Kurdistanê û tekez kir ku, tawanbar dê bedela wê bidin û got: Em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku, xwîna şehîd Welat û şehîdên din belaş naçe.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.