Iraqçî agirbest li Rojhilata Navîn red kir û haydarî da Amerîkayê

Ebas Iraqçî
Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî di nûtirîn daxuyaniya xwe de ji kanala NBC Newsê ya Amerîkayî re daxwazên xwe ji bo ragihandina agirbestê li deverê red kirin û tekez kir ku, welatê wî ji bo parastina ewlehiyê û gelê xwe dê şer bidomîne.

Iraqçî amaje da ku, daxwaza nûkirina agirbestê “nayê qebûlkirin”, ji ber ku ezmûnên borî nîşan daye ku agirbestên demkî bi hêsanî tên şkandin. Herwesa got: Em daxwaza dawiyeke herdemî ji bo şer dikin; heta wê demê jî ku em digihîjin wê astê, ji bo berevanîkirina ji gelê xwe ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tên armanckirin, em dev ji şer bernadin.

Navbirî di derheqa têkiliyên Tehran û Moskoyê de jî ragihand ku, alîkariyên wan ji gelek aliyan ve didomin. Ev jî di demekê de ye ku çavkaniyên hewalgirî behsa wê yekê dikin ku, Rûsyayê zanyarên nû li ser cihên keştiyên şer û hêzên Amerîkayê li deverê dane Îranê.

Wezîrê Derve yê Îranê ron jî kir ku welatê wî bi tu awayan welatên cîran nake armanc; belkî êrîşên wan tenê ji bo ser bingeh û dezgehên leşkerî yên Amerîkayê ne ku li ser axa wan welatan hatine binecihkirin. Eşkere jî kir ku, Serokê Komara Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxwaza lêborînê ji welatên Kuweyt, Îmarat û Omanê kir ji ber wan zirarên nerasterast ên ku di encama êrîşan de gihîştine wan.

Iraqçî di pareke din a gotinên xwe de bersiva daxuyaniyên Donald Trump li ser xeteriya mûşekên Îranê da û got: Ew zanyarên ku behsa bizavên Îranê ji bo lêdana Amerîkayê dikin ne rast in. Em dikarin mûşekên dûravêj çê bikin, lê me bi merem dûratiya wan ji bo kêmter ji 2 hezar kîlometreyan sînordar kiriye, ji ber ku em naxwazin xeteriyê li ser cîhanê çê bikin.

Navbirî li dawiyê haydariyeke tund da Waşintonê û ragihand ku, her êrîşeke bejayî ji bo nav axa Îranê dê rûbirûyî bersiveke kujek û tund bibe û artêşa welatê wî ji bo parastina axa xwe amade ye.Top of Form