Serokê Parlamentoya Îsraîlê gefan li Rêberê Îranê yê nû dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Kinêsêta Îsraîlê di peyamekê de gef li Rêberê Îranê yê nû kirin û got: Her kesekê rêya Xamineyî bigire, dê çarenivîsa wî hebe.
Serokê Parlamantoya Îsraîlê Amir Ohana li ser platforma Xê gef li Rêberê Îranê yê nû Mucteba Xamineyî kirin. Wî di postê xwe de wêneyên çend serkirdeyan danane ku hatine kuştin û wêneyê Rêberê Bilind ê Îranê yê pêştir Elî Xamineyî jî di nav wan de ye.
Ohana bi zimanê Ibrî nivîsiye: Her kesekê li ser rêya wan biçe, dê wekî wan lê bê. Ev jî amajeyek e ji bo wê yekê ku, dê bê kuştin.
Encûmena Şarezayan a Îranê Mucteba Xamineyî wekî Rêberê Nû yê Şorşa Îslamî hilbijart û di ragihandinekê de amaje da wê yekê ku, li gorî Madeya 111ê ya Destûrê, encûmeneke demkî ji bo hilbijartina rêberê nû û pirkirina valahiya bilindtirîn postê wî welatî hat pêkanîn.
Herwesa amaje da ku, Encûmena Demkî ya Şarezayan îro (Duşem, 9ê Adara 2026ê) li gorî Madeya 108ê ya Destûrê Ayetulah Seyîd Mucteba Huseynî Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê Îslamî yê Îranê yê sêyê hilbijart û daxwaz ji hemî gelê Îranê kir ku beyetê bidin rêberê nû.