Rawestandina geştên asmanî yên Tirkiyeyê bo hin welatan hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rawestandina geştên asmanî yên Tirkiyeyê ji bo hin welatên Rojhilata Navîn hat dirêjkirin.

Wezîrê Veguhestin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloğlu li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand ku, ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşkeftinên welatan dikin û heta niha li Îran, Îsraîl, Îraq, Qeter, Behreyn, Kuweyt û Sûriyeyê (ji bilî Helebê) biryara daxistina asman didome.

Li gorî gotina wî wezîrî, li Oman, Urdin û Erebistana Siûdî geştên asmanî yên medenî bi awayekî sinordar didomin û li Îmaratê jî geştên asmanî bi awayekî kontrolkirî û sinordar tên kirin.

Abdulkadir Uraloğlu herwesa ragihand: Ji ber pêşkeftinan, şîrketên me yên xeta asmanî ji ber xeteriya ewlehiyê geştên xwe ji bo hin cihên deverê heta dawîya roja 9ê Adarê rawestandibûn, lê li ser bingehên helsengandinan û ji ber wan xeteriyên ku hîn didomînin, geştên Turkish Airlines, Anadolu Jet, Pegasus û SunExpressê ji bo Îraq, Sûriye, Libnan û Urdinê heta dawîya roja 13ê Adarê hatin hilweşandin.

Li gorî gotina Wezîrê Veguhestin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê, şîrketa balafirvaniyê ya Pegasusê heta roja 12ê Adarê û xeta asmanî ya Anadolu Jetê heta roja 20ê Adarê geştên ber bi Îranê ve ji plana xwe derxistine.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Her ji ber van şer û aloziyan, Tengava Hurmizê hat girtin û asmanê hin welatên Rojhilata Navîn jî hat girtin û geştên wan welatan hatin hilweşnandin. Dewleta Tirkieyeyê jî yek ji wan welatan e ku asmanê xwe li ber geştên çûn û hatinê yên hin welatan girtiye.