Berpersekî Hikûmeta Sûriyeyê bo K24ê: Awareyên Efrînê heta cejnê vedigerin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpersekî Hikûmeta Sûriyeyê got ku, heta cejnê awareyên Efrînê vedigerin ser mal û halên xwe û ew ji bo vegerandina awareyên Serêkaniyê û deverên din jî kar dikin.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî îro (Duşem, 09ê Adara 2026ê) ji bo bicihanîna peymana di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, amadekarî ji bo vegerandina awareyên Efrînê didomin û armanca wan ew e ku heta cejnê hemî malbat vegerin ser mal û halên xwe.
Ehmed Hîlalî di nav yarîgeha “Beledî”yê ya Hesekeyê de daxuyaniya xwe ji Kurdistan24ê re da û amaje da: Em niha li vê derê ne û em mijûlî rêkxistina karûbarên awareyên Efrînê ne, da ku vegerin bajarê xwe. Plana me ew e ku, hemî aware cejna bê li malên xwe bikin, pêvajoya vegera wan jî dê qonax qonax be.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ron jî kir: Bi rastî hejmara awareyên Efrînê pir e û nêzî heşt hezar malbatan e, ku ji nêzîkî 40 hezar kesan pêk hatine û niha li Hesekeyê binecih in.
Hîlalî behsa çarenivîsa awareyên Serêkaniyê û deverên din jî kir ku, ji ber aloziyan warê xwe terikandiye û eşkere kir: Ev dever jî di nav plana me de ne. Her dem ku rê hatin vekirin û ew dever ji mînan hat paqijkirin û rewşa ewlehiyê wek pêştir vegeriya, bi piştgirîya Xudê di demeke nêzîk de ew jî hemî dê vegerin.
Di destpêka sala 2018ê de, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wî welatî êrîşî bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê kir, ku ji ber wê yekê bi sedan hezar welatiyên Kurd mal û halên xwe terikandin û awareyî deverên Şehba û Hesekeyê bûn. Paşî di dawiya sala 2019ê de eynî senaryoyê li bajarê Serêkaniyê jî dubare bû û bi hezaran malbatên din berê xwe da kempên parêzgeha Hesekeyê.
Piştî guhertinên mezin ên siyasî û leşkerî di dawiya sala 2024ê de û hilweşîna rejîma Sûriyeyê ya berê, qonaxeke nû li wî welatî hat destpêkirin. Niha hevfêmkirin û lihevkirin di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û aliyên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de ji bo çareserkirina arêşeyên awareyan hene.
Pêvajoya vegeriyana awareyên Efrîn û Serêkaniyê wek yek ji dosyeyên aloz tê hesibandin, bi taybetî ji ber guhertina demografiya wê deverê di salên borî de û xwecihbûna çekdaran di nav malên Kurdan de, herwesa hebûna mîn û bermayîkên şer jî hin astengên din in di rêya vegeriyana bilez a wî xelkî ji bo deverên wan de, ji ber wê yekê her du alî bizavê dikin ku ew pêvajo bi awayekî pêngav pêngav û parastî bê meşandin.