Zirara mezin a girtina Tengava Hurmizê gihîştiye Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Berhemandina petrola Îraqê ji ber girtina Tengava Hurmizê ji 4 milyon û 300 hezar bermîlan di rojekê de bo 1 milyon û 300 hezar bermîlan kêm bûye. Tengava navbirî rêyeke stratejîk e û nêzîkî 20% ya petrola cîhanê di wê derê re derbaz dibe.
Ji ber girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, berhemandina petrola Îraqê ji 4 milyon û 300 hezar bermîlan di rojekê de bo 1 milyon û 300 hezar bermîlan kêm bûye.
Li gorî raportên aborî, hin ji parzinîngehên mezin ên Çînê xebata yekeyên xwe kêm kiriye an jî hin rêzên berhemandina xwe rawestandine, ji ber kêmbûna petrola xam a Îraqê. Li beranberî vê yekê jî, şîrketan dest bi lêgerîna çavkaniyên pêguherk li Afrîka û Amerîkaya Latîn kiriye, da ku vê kêmbûnê qerebû bikin.
Raportên aborî amaje jî daye ku, xeteriyên ewlehiyê li Tengava Hurmizê bûn sedema bilindbûna xerciyên veguhestinê û bîmeya keştiyên hilgirtina petrolê. Vê yekê jî rasterast bandor li ser nirxên berhemên petro-kîmîyayî kiriye.
Herwesa piştî girtina wê tengavê, hinardekirina petrola Îraqê herî kêm 800 hezar bermîlan di rojekê de kêm bûye, vê yekê jî zirareke rasterast gihandiye parzinîngehan û şîrketên petro-kîmîyayî li Asyayê û bi taybetî jî li Çînê.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.