Li Kobanê sê kes hatin revandin: Çarenivîsa wan ne diyar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Çuxur ê ku dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê, sê kes ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin û heta niha agahî ji wan nayên girtin.
Li gorî agahiyên ku ji malbata revandiyan hatine dayîn, roja 4ê Adara 2026an li gundê Çuxur ê ku dikeve başûrê rêya navdewletî ya M4, komeke ku xwe wekî Hêzên Ewlehiya Giştî ya ser bi Hikûmeta Şamê bi nav kiriye, sê gundî revandin û birin cihekî nenas.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, ti agahî li ser çarenivsa van sê kesan û cihê ku lê têne girtin nehatiye eşkere kirin. Ev rewş bûye sedema nîgeraniyeke mezin di nav malbatên wan û şêniyên herêmê de.
Şêniyên herêmê vê bûyerê wekî "binpêkirina mafên mirovan" pênase dikin û daxwaz dikin ku saziyên peywendîdar bi lez çarenûsa revandiyan aşkere bikin. Herwiha bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqî û dezgehên ragihandinê hat kirin ku li ser vê dozê rawestin da ku ew bi silametî vegerin nava malbatên xwe.
Navên kesên hatine revandin ev in:
1- Îsmaîl Mihemed Hec Berkel (Jidayîkbûn: 1971)
2- Selman Mistefa Hec Berkel (Jidayîkbûn: 1981)
3- Saleh Mihemed Hec Berkel (Jidayîkbûn: 1988)
Daxwaza sereke ya malbatan ew e ku ev her sê kes bêyî derengketin werin berdan û sedema girtina wan bi awayekî fermî were ragihandin.