Fermangeha Peywendiyên Derve: Pêwîst e hikûmeta Iraqê rê li ber komên deryasayî bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi tundî êrîşên li ser saziyên sivîl û nûnertiyên dîplomatîk şermezar kirin û ragihand, êrîşa ser Konsulxaneya Îmaratê binpêkirina aşkere ya yasayên navdewletî ye.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe ya tund li hemberî armancgirtina saziyên dîplomatîk û sivîl nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şeva borî Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê bûye armanca êrîşê, lê xweşbextane ti ziyanên canî çênebûne.

Fermangeha Peywendiyên Derve destnîşan kir, ev êrîş di demekê de pêk tên ku Herêma Kurdistanê her tim alîgira aştî, aramî û pêkvejiyanê bûye û ne beşek ji şerê niha yê li navçeyê ye. Hat tekezkirin, armancgirtina nûnertiyên biyanî, li dijî hemû pîvanên dîplomatîk e.

Banga ji bo Bexdayê: Komên tundrew rawestînin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kir ku berpirsiyariya parastina serweriya welat bigire ser xwe. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Pêwîst e hikûmeta Iraqê rê li ber wan deste û komên tundrew û deryasayî bigire ku bêyî ti hincetê bi berdewamî Herêma Kurdistanê armanc digirin."

Daxuyaniya Dijeterorê: 3 diron hatin xistin

Ji aliyê din ve, Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kiribû, şeva bor (9ê Adarê) saet di 22:24an de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 3 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê pûç kirin û xistin xwarê. Parçeyên yek ji wan dronan li nêzîkî avahiya Konsulxaneya Îmaratê ketiye erdê û ziyanên madî çêbûne.