Îmarat êrîşa li ser konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îmaratê êrîşa dronî ya li ser Konsulxaneya Giştî ya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û daxwaza lêpirsîneke cidî kir.
Wezareta Derve ya Îmaratê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê wekî "çalakiyeke terorîstî û xayinane" pênase kir, ku bûne sedema ziyanên madî.
Îmaratê tekez kir, armancgirtina nûnertiyên dîplomatîk "binpêkirineke aşkere" ya hemû nerît û yasayên navdewletî ye, bi taybetî jî Peymana Viyanayê ya derbarê peywendiyên dîplomatîk de. Di daxuyaniyê de hat gotin jî, ev êrîş "pêşveçûneke metirsîdar e û gefek e li ser asayîş û aramiya navçeyê."
Dewleta Îmaratê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, li ser hûrgiliyên vê êrîşê lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin. Îmaratê daxwaz kir ku aliyên berpirs werin tespîtkirin û girtin, da ku hemû kesên ku ev êrîş encam dane, derkevin pêşberî dadgehê.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve careke din ragihand, ew hemû cureyên êrîşên ku aramiyê têk didin red dikin û tekezî li ser parastina karmend û avahiyên dîplomatîk li gorî pîvanên navdewletî kir.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, şeva borî 9ê Adarê, saet 22:24an, sê dronên bombekirî li asmanê Hewlêra Paytext hatine armancgirtin, ev diron ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine têkbirin û xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parçeyên yek ji dronên ku hatine xistin, li nêzîkî avahiya Kunsolxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê ketiye erdê.
Dijeterora Kurdistanê tekez kir, ji ber ketina parçeyên dronan, ti ziyaneke canî çênebûye û rewş di bin kontrolê de ye.