Enqere li dijî mûşekên Îranê kembera parastinê ya li Meletiyê xurt dike
Enqere (K24) – Ji ber rageşiya navbera Îran û Îsraîlê, Tirkiye ji bo parastina hewayî sîstemên nû yên Patriotan li Meletiyê bi cih dike. Efserê Malnişîn Mîthat Işik dibêje, her çend Tirkiye rêya dîplomasiyê bimeşîne jî, li dijî hemû senaryoyan bergiriyên xwe xurt dike. Serokê ORSAMê Dr. Kadîr Temîz destnîşan dike ku ger rewşa jeopolîtik giran bibe Enqere dikare hem sîstemên Patriot yên NATOyê û hem jî S-400ên di destên xwe de di rolên cuda de ji bo ewlehiyê bi kar bîne.
Şerê navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de ji ber êrîşên Îranê ku baregehên Amerîkî yên li welatên herêmê jî armanc digre hemû welatan berê xwe daye ku sîstemên xwe yên parastinê xurttir bikin. Tirkiye jî piştî duyemîn mûşeka ji Îranê ve hatibû avêtin ku ketibû qada hewayî ya Tirkiyeyê û ji ber fikarên ewlehiyê parastina xwe ya hewayî xurt dike. Wezareta Parastinê a Tirkiyeyê ragihand ku ji bilî tedbîrên neteweyî, sîstemeke nû ya Patriotan ji aliyê NATOyê ve li Meletiyê tê bîcihkirin ku ev sîstema Patrîotan jî ji Baregeha Hewayî ya Ramstein a li Almanya hatiye dabînkirin. Lê Tirkiyeya ku karta dîplomasiyê bi kar tîne çima niha pêdivî bi van sîsteman dibine?
Efserê Malnişîn Mîthat Işik ji Kurdistan24ê re got: “Tirkiye, endamekî bihêz ê NATO û cîranê kevn ê Îranê ye, ji Peymana Qesra Şîrîn a 1639an vir ve dîrokeke bêpevçûn dimeşîne. Tirkiye bi rêya diyaloga bi Emerîka û Îranê re, wekî pireke krîtîk kar dike da ku rê li ber belavbûna şerê li Rojhilata Navîn û Rojhilata Deryaya Spî bigire Lê ev nayê wê wateye ku bergiriyên xwe jî nagre. Piştî avêtina mûşekên ber bi Tirkiyeyê ve jî Tirkiye hem bi sîstemên parastina hewayî yên neteweyî û hem jî bi yên NATOyê xwe diparêze ku xwe amadeyî bo hemû senaryoyan dike.”
Tirkiye sîstemeke neteweyî ya pirqatî a bi navê 'Qubeya Polatîn' ava dike ku tê de amûrên bi navê Siper, Hisar, Korkut û Kangal bi hev re dixebitin. Li aliyekî din jî sîstemên S-400an ku sala 2019an ji Rûsyayê hatine kirîn, ji ber krîza bi NATOyê re bi awayekî çalak nayên bikaranîn û ev wekî valahiyeke mezin tê dîtin. Pirsek jî ew e ku gelo di rewşek giran de Enqere dikare hem ji Patrîotan û hem jî S-400an sûde wergire?
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Dr. Kadîr Temîz dibêje: “Tirkiye tevî ku sîstema xwe neteweyî ava dike, wekî endamekî NATOyê ji hemû derfetên ewlehiyê yên hevpeymaniyê sûd werdigire. Di meseleya Patriot û S-400an de, Enqere ji bo ku krîzeke mezin derneyê hevsengiyekê dimeşîne; lê ji aliyê teknîkî ve dikare her du sîsteman bêyî ku bihevre têkevin têkiliyê, di rolên cuda de bi kar bîne. Her çend sîstema S-400 mîna Patriotan nav pergala NATOyê de nebe jî, di rewşeke jeopolîtîk a giran de dikare ji bo ewlehiyê mîsyoneke werbigire. Loma li gorî rewşê, Tirkiye dikare ji bo parastina xwe ya hewayî gavên nû û stratejîk biavêje."
Sîstemên Patriot cara yekem di sala 2003an de ji ber şerê Iraqê li Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Di sala 2013an de, vê carê ji ber şerê Sûriyeyê Emerîka, Spanya, Elmanya û Holandeyê sîstemên xwe dîsa anîn; lê bi demê re piraniya wan hêzên xwe vekişandin. Lê Spanyaya ku cihê Holandayê girt li ser daxwaza Tirkiyeyê ma û niha zêdetirî deh salan e ku li Edeneyê erka xwe ya parastina hewayî didomîne.