Şanoya Kurdî ‘Selme’ li Omanê 4 xelat wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Şanoya Hawar bi lîstika "Selme" ya bi derhêneriya Nejad Nejim, di Festîvala Navneteweyî ya Şevên Ofîrê ya bo Şanoya Dokiyodramayê de ku li bajarê Salalah a Sultanatiya Omanê birêve çû, 4 xelatên sereke wergirtin.

Derhênerê lîstika "Selme" Nejad Nejim îro 13ê Hezîranê ji Kurdistan24ê re ragihand, bidestxistina van xelatan serkeftineke mezin e bo huner û şanoya Kurdî li ser asta navneteweyî. Koma Şanoya Hawar karî ji nava 6 xelatên sereke yên festîvalê, 4 xelatan bi dest bixe.

Li gorî zanyariyên derhêner, 63 şano bo festîvalê hatibûn vexwendin, lê ji aliyê lijneya hilbijartinê ve tenê 9 lîstik bo pêşbirka dawî hatin qebûlkirin. Lîstika "Selme" karî Xelata Baştirîn Lîstik, Baştirîn Derhêner û du Xelatên Baştirîn Akter wergire.

Derhêner Nejad Nejim diyar kir, ew vê serkeftina mezin diyarî ruhê rojnamegerê rehmetî Helkewt Ezîz dikin. Nejim got: "Wekî dilsoziyekê bo bîranîn û karên vî kesayetê ku di qada medya û çandê de şopa wî heye, me ev xelat pêşkêşî wî kirin."

Lîstika "Selme" berhemeke hevbeş a di navbera Kurdistan û Fransayê de ye. Çîroka şanoyê hewl dide bi zimanê hunerê, bîranînên qurbaniyan zindî bike û ronahiyê bixe ser wan êş û azarên ku bi ser malbat û nifşên Kurdan de hatine. Her wiha lîstik peyameke mirovî û gerdûnî hildigire da ku tawanên wiha careke din li cîhanê dubare nebin.

Lîstika "Selme" ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin û sînografî û derhêneriya wê ji aliyê Nejad Nejim ve hatiye kirin. Hawar Fares û Aurélie Ampert rolên sereke lîstin û staxekî teknîkî yê profesyonel di berhemanîna vê şanoyê de cih girt.