Hakan Fîdan: Em daxwaz ji Îranê dikin ku êrîşên xwe yên li ser welatan rawestîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, divê destdirêjî û êrîşên li ser Îranê bêne rawestandin, di heman demê de divê Îran jî êdî welatên cîran armanc negire.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 14ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand: "Pêwîst e destdirêjiya li ser Îranê were rawestandin. Di heman demê de em daxwaz ji Îranê jî dikin ku êrîşên xwe yên li ser welatên din rawestîne."
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir, ew derbarê wê mûşeka ku duh di ser asmanê welatê wan re derbas bûye, bi aliyên peywendîdar ên Îranê re di têkiliya rasterast de ne.
Herwiha Fîdan nîgeraniya welatê xwe anî ziman û got: "Em nîgeran in ji hewildanên hikûmeta Netanyahu ku bi hinceta rûbirûbûna Hizbullahê, li Libnanê qirkirina etnîkî pêk tîne."
Ev daxuyaniya Hakan Fîdan di demekê de tê, Rojhilata Navîn di nav rageşî û aloziyeke pir mezin de ye. Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê berdewam dikin; Îran jî wekî bersivdan, bi hinceta hebûna binkeyên Amerîkayê li herêmê, berdewam e di bombebarana Îsraîl û welatên cîran de.