Iraqê dema girtina asmanê xwe dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Firokvaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand, girtina asmanê welat bi rûyê hemû firokeyan de ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin; biryar firokeyên ku tên, diçin û yên di ser asman re derbas dibin (transit) li xwe digire.

Ev biryar ji saet 12:00ê nîvro ya îro 16ê Adara 2026an (saet 09:00 bi dema UTC) dest pê dike û heta saet 12:00ê nîvro ya roja Pêncşemê berdewam dike. Ev pêngav wekî tedbîreke demkî û ji bo xoparastinê hatiye girtin.

Desteya Firokvaniyê ronahî xiste ser wê yekê, ev biryar li ser bingeha nirxandineke berdewam a rewşa ewlehiyê û geşedanên navçeyê hatiye dayîn. Her wiha dê li gorî guherîn û pêşhatên nû çavnêriya biryarê were kirin. Di pêşerojê de jî dê xetên asmanî û aliyên peywendîdar ji her nûkirin û guherînekê werin agahdarkirin.

Ji dawiya meha Sibata 2026an ve, rageşî û aloziyên serbazî yên li Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû bûne. Ji ber êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivdayînên Tehranê, metirsiyeke mezin li ser ewlehiya tevgera asmanî çêbûye.

Iraq ji ber pêgeha xwe ya cografî û cihê wê yê di navbera Îsraîl û Îranê de, çendîn caran asmanê xwe bi rûyê geştên sivîl de girtiye. Amanca van rêkarên hikûmeta Iraqê tenê parastina canê geştiyar û pîlotan e ji metirsiya mûşek û dronan.

Di heman demê de, çendîn welatên din ên navçeyê rêkarên wekhev girtine ber û geştên xwe yên asmanî rawestandine.