Sûdanî di salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê de: Em nahêlin dîktatorî vegere

Sûdanî
Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê tawanên rejîma Beisê, wekî komkujiya Helebçeyê û pêlên Enfalê, bibîr anîn û got: Gorên bikom, serhildana Şabaniyeyê, komkujiya Helebçeyê, pêlên Enfalê û terorkirina zanayan û hêzên olî û neteweyî rûpelên xwînî yên dîroka Iraqê ne.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê de peyamek belav kir û tê de ragihand: Îro em wan tawanan bibîr tînin ên ku rejîma tawanbar a Sedam Hisên li dijî kur û keçên gelê me kirine.

Sûdanî di peyama xwe de herwesa got: Gorên bikom, serhildana Şabaniyeyê, komkujiya Helebçeyê, pêlên Enfalê û terorkirina zanayan û hêzên olî û neteweyî rûpelên xwînî yên dîroka Iraqê ne.

Navbirî di derheqa qonaxa piştî rejîmê de jî got: Tevî wan hemî qurbaniyan, Iraqî piştî hilweşîna dîktatoriyê jî li ser qurbanîdanê berdewam bûn, dema rûbirûyî kiryarên terorîstî û tawanên sîstematîk ên bermahiyên dîktatoriyê û çeteyên DAIŞê bûn. Herwesa ragihand: Çeteyên DAIŞê berdewamiya tawanên rejîma berê bûn.

Îro salvegera 38ê ya êrîşa kîmyabarankirina bajarê Helebçeyê ye, ku li roja 16ê Adara 1988ê ji aliyê rejîma Beisê ya Iraqê ve hat kirin. Di wê tawanê de zêdetir ji pênc hezar welatiyên sivîl hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş pareke pêlên Enfala reş a li dijî gelê Kurd bû, ku tê de zêdetir ji 182 hezar mirovên bêguneh hatin kuştin û windakirin. Di salvegera 38ê ya vê komkujiyê de, Serkirdetiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Komara Iraqê tekezê li ser pêdivîtiya qerebûkirinên madî û mînevî dikin.