Qamişlo.. Bazar ji ber amadekariyên Cejna Remezan û Newrozê geş e
Qamişlo (K24) – Li bajarê Qamişloyê, tevî ku bazara bajêr ji bo Cejna Remezanê geş û qerebalix e, lê bîranîna şehîdan û rewşa girtiyan bandoreke xemgîn li ser pîrozbahiyan kiriye.
Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re, li bazara navendî ya bajarê Qamişlo tevgera kirîn û firotinê zêde bûye. Welatî ji bo amadekariyên cejnê berê xwe didin bazarê, da ku şêranî, cil û berg û pêdiviyên malê bikirin.
Beşek ji welatiyan diyar dikin, îsal ji ber pîrozkirina Newrozê û Cejna Remezanê ya di heman demê de, kêf û şahiya wan duqat bûye. Welatiyê bi navê Mizgîn Hesen ku ji bo cejnê derketiye bazarê, ji Kurdistan24ê re got: "Alhemdulîlah îsal saleke bi xêr û bêr e. Newroz û Cejna Remezanê hatin ser hev, em dikarin bibêjin du cejn in."
Tevî qerebalixiya bazarê, di nava xelkê de hîseke xemgînî jî heye, ku piştî şerên giran ên salên borî û şehîdbûna hezaran ciwanan, her wiha ji ber ku hîn jî bi sedan kes di girtîgehan de ne, kêfa cejnê wekî berê nemaye.
Dayikeke ku di nava bazarê de amadekariyan dike, bi dilêşî behsa rewşê kir û got: "Cejn ne mîna ya berê ye. Dilê me hinekî şikestiye. Şehîdên me hene, girtiyên me hene. Em li benda azadiya wan in da ku cejna me bibe cejneke rastîn."
Zêdetir ji salekê di ser hilweşîna rejîma Esed re derbas bûye, lê hîn jî bandorên krîza aborî li ser gelê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Welatî tevî zehmetiyên aborî jî hewl didin çanda xwe û pîroziyên xwe biparêzin û hêvî dikin ku salên pêş de aramî û aştiyeke mayînde li herêmê bicih bibe.