Brîtanya êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê di peyameke fermî de êrîşên nerewa yên li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) li ser êrîşên li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dihokê û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya navbirî di wê peyamê de nîgeraniya xwe li ser pêşketinên ewlehiyê anî ziman û ragihand, "Em daxwaza aramkirina bilez a rewşê dikin, ev jî pêxemetî parastina tenahî û ewlehiya giştî li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê.”

Ev helwesta Brîtanyayê di demekê de ye ku, dever rûbirûyî çend êrîş û aloziyên ewlehiyê bûye, û welatên hevalbend parastina serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê wekî faktoreke sereke ji bo aramiya deverê tekez dikin.

Mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî bi rêya teleofnê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî, ew êrîş şermezar kirin û biryar da ku tîmeke hevpar a ewlehî û teknîkî ji bo lêkolînên li ser wê bûyerê û destnîşankirina tawanbaran bê çêkirin.