Li Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê kûr dibe: Welatî bi rojan di dorê de dimînin
Qamişlo (K24) – Li bajarên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê gihiştiye asteke metirsîdar. Welatî û bi taybetî şofêrên taksiyan bi rojan li pêşiya benzînxaneyan di dorê de dimînin û gilî û gazinan ji bihabûn û nebûna sotemeniyê dikin.
Ev demek e li herêmên Rojavayê Kurdistanê peydakirina benzîn û mazotê bûye astengiyeke mezin. Bi sedan otomobîl û welatî bi galonên vala li ber stasyonên sotemeniyê rêz dibin, lê gelek caran destvala vedigerin.
Welatiyê bi navê Mihemed Sofî derbarê rewşê de diyar kir, ew sê rojan li benda sotemeniyê dimînin û carinan jî dor nagihe wan. Sofî got: "Em diçin mazot û benzînê bikirin, carinan 2-3 rojan di dorê de dimînin. Li sûka reş lîtreya sotemeniyê gihiştiye 7 hezar û 7 hezar û 500 lîreyên Sûrî. Ew jî ne paqij e û zirarê digihîne motorên otomobîlên me."
Krîza sotemeniyê herî zêde bandorê li ser şofêrên taksiyan dike ku debar û nanê malbata wan li ser vî karî ye. Welatiyê bi navê Kanîwar Hesen bal kişand ser vê zehmetiyê û wiha axivî: "Karê taksiyên giştî li ser sotemeniyê ye. Şofêr hene 3-4 rojan di dore de dimînin. Gelo dema şofêrek 4 rojan li benda benzînê be, dê kengî kar bike û nanê malbata xwe qezenc bike?"
Heta niha "Desteya Enerjiyê" û saziyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser derbarê sedemên vê qutbûn û kêmkirina sotemeniyê de, ti daxuyaniyên fermî nedane. Çavdêrên aborî hişyarî didin ku kêmbûna sotemeniyê dê rasterast bandorê li ser bihayê xurek û hemû kelûpelên din bike, ku ev yek jî barekî giran û zêde dixe ser milê welatiyên herêmê.