Şîfa Barzanî û Berhem Salih li ser rewşa penaberên Kurd civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî (NY) Dr. Berhem Salih, pêşwazî li Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî kir. Di civînê de mekanîzmayên piştgiriya penaberên Kurd li seranserê cîhanê hatin gotubêjkirin.
Li ofîsa sereke ya Neteweyên Yekgirtî ya li bajarê Cenevê, hevdîtinek di navbera Komîserê Bilind ê Penaberan Berhem Salih û Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî de pêk hat. Di destpêka civînê de Şîfa Barzanî ji ber wergirtina posta nû ya navdewletî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir.
Mijara sereke ya civînê, dîtina rê û mekanîzmayên guncaw ji bo alîkarîkirina penaberên Kurd ên ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, bû. Her du aliyan bi hûrî li ser rewşa jiyan û guzeraniya penaberan peyivîn û tekezî li ser xurtkirina hevahengiyê kirin.
Di civînê de bal hat kişandin ser rewşa ne aram a Rojhilata Navîn ku bûye sedema pêleke nû ya koçberiyê. Berhem Salih, destnîşan kir ku Neteweyên Yekgirtî dê piştgiriya xwe ya ji bo hemû penaberên cîhanê û bi taybetî ji bo penaberên Kurd berdewam bike. Herwiha Dr. Berhem Salih hêvî xwast ku peywendiyên di navbera Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Komîseriya Bilind a Penaberan de xurttir bibin, da ku rewşa Kurdên li sirgûnê baştir were şopandin.
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku wergirtina postekî wiha bilind di nav NY de ji aliyê kesayetiyekî Kurd ve, derfeteke mezin e ku dengê penaber û lêqewmiyan bigihîje asta navdewletî. Ji aliyê din ve, Konfederasyona Revenda Kurdistanî di vê dema dawî de hewlên xwe zêde kirine, da ku bibe pireke bihêz di navbera Kurdên dervayî welat û navendên biryardanê yên cîhanî de, da ku parastina mafên penaberan bi rengekî çêtir were kirin.