Starmer: Em bo vekirina Tengava Hurmizê mêvandariya lûtkeyeke navneteweyî dikin

Keir Starmer
Keir Starmer

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand ku, welatê wî dê ji bo vegerandina hatinûçûna deryayî li Tengava Hurmizê mêvandariya lûtkeyeke navneteweyî bike. Tekez jî kir ku, ew tevlî hevrikiyên Rokjhilata Navîn nabin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro (Çarşemem, 1ê Nîsana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de li "Downing Street"ê behsa bandorên şerê li Rojhilata Navîn kir.

Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand ku, Wezîra Derve ya welatê wî Yvette Cooper dê ji bo nîqaşkirina plana vegerandina azadiya hatinûçûna deryayî li Tengava Hurmizê mêvandariya lûtkeyeke serkirdeyên cîhanê bike.

Starmer di pareke din a axaftina xwe de jî bal kişand ser wê yekê ku, Brîtanya tevlî pevçûnên Rojhilata Navîn nabe, herwesa rêya herî baş ji bo rûbirûbûna bilindbûna xerciya jiyanê zextkirina ji bo kêmkirina rageşiyan û misogerkirina vekirina Tengava Hurmizê ye.

Navbirî di derheqa peywendiyên derve yên welatê xwe de jî ronî kir ku, London di navbera Amerîka û Ewropayê de bijardeyekê nake û di berjewendiya welatê wan de ye ku ew peywendiyeke bihêz bi her du aliyan re çê bikin.

Serokwezîrê Brîtanyayê li dawiyê jî li ser peywendiyên welatê xwe ew yek jî anî ziman ku, di warên berevanî, ewlehî, enerjî û aboriyê de pêdivîtiya wan bi peywendiyeke bihêztir bi Ewropayê re heye.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.