Şandeya PDKê û Sûdanî tekez li ser yekalîkirina mafên destûrî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê bi şandeyeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya û her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya şêwirînê ji bo yekalîkirina mafên destûrî kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro (Çarşemem, 1ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li şandeyeke pilebilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî kir.”

Di wê civînê de, rewşa giştî ya welat hat nîqaşkirin û tekez li ser giringiya berdewamiya hevahengiya di navbera hêzên siyasî yên welat de hat kirin, bi merama yekxistina helwestan li beranberî wan qebxwaziyên ku ji ber bûyerên bilez ên deverê hatine pêş.

Her di wê civînê de, behsa karûbarên siyasî yên navxweyî hat kirin û her du alî li ser pêdivîtiya berdewamiya şêwirînê ji bo yekalîkirina mafên destûrî hevnerîn bûn; bi taybetî encamdana civînên girêdayî hilbijartina Serokkomar, bi rengekî ku bersiva hîvî û daxwazên tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê bide.

Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.