Li Herêma Kurdistanê baranbarîn berdewam dibe û pileyên germê nizm dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên xwe ji bo keşûhewaya 48 saetên bê belav kirin; li gorî pêşbîniyan, barana hûr û barana navîn dê piraniya deveran vegire û li hinek cihan jî dê barana dijwar bibare.
Keşûhewayê pêşbînîkirî yê îro (În, 3ê Nîsana 2026ê):
Bi rengekî giştî ewrên bibaran dê li asman bin. Barana hûr û barana navîn navber navber dê li piraniya deveran berdewam bin, bi taybetî jî li deverên çiyayî ku hinek caran îhtîmala barana dijwar jî heye. Bandora nebinecihiya keşûhewayê dê heta demên derengiya şevê berdewam be, bi taybetî jî li deverên rojhilata Herêma Herêma li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê û heta sibeha roja Şemiyê dê bimîne.
Leza bayî: Navîn (15 – 25) km/k.
Arasteya bayî: Bakurê rojava.
Pileyên germê: Nêzîkî yên duhî dibin.
Mewdayê dîtinê: Di navbera (6 – 8) km de dibe.
Bilindtirîn pileyên germê yên pêşbînîkirî bo îro:
Hewlêr: 19°C
Pirmam: 16°C
Soran: 17°C
Hacî Omeran: 11°C
Silêmanî: 17°C
Çemçemal: 18°C
Dihok: 18°C
Zaxo: 18°C
Helebce: 17°C
Germiyan: 21°C
Keşûhewayê pêşbînîkirî yê sibe (Şemî, 4ê Nîsana 2026ê):
Asman dê bi temamî ewr be. Îhtîmala barîna kêm a hûrbaranê di demên sibehê de heye, bi taybetî jî li deverên çiyayî û deverên sînorî.
Leza bayî: Hêdî - Navîn (10 – 25) km/k.
Arasteya bayî: Bakurê rojava.
Pileyên germê: Hinekî nizimtir dibin, li gorî yên îro.
Mewdayê dîtinê: Di navbera (7 - 9) km de dibe.
Bilindtirîn pileyên germê yên pêşbînîkirî bo sibe:
Hewlêr: 18°C
Pîrmam: 13°C
Soran: 16°C
Hacî Omeran: 9°C
Silêmanî: 15°C
Çemçemal: 16°C
Dihok: 15°C
Zaxo: 16°C
Helebce: 16°C
Germiyan: 20°C