Li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejek bi pileya 5.2 rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê erdhejek bi pileya 5.2 rû da û di encamê de li gorî lêkolînên hatine kirin, encameke neyînî derneketiye holê.
Ji aliyê saziya AFADê ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin, li navçeya Tûşba ya ser Wanê demjimêr 08.52ê bi pileya 5.2 erdhejek rû daye. Li gorî agahiyên Ozan Balci parve kirine di lêkolînên hatine kirin de encameke neyînî derneketiye holê.
Hat zanîn, welatiyên erdhej hîs kirine jî ji malên xwe derketine û di nava welatiyan de buye sedema metirsiyê.
Hat ragihandin ku erdhej li Agirî, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê jî hatiye hîskirin.