Dîndar Zêbarî: Pêwîst e Iraq qerebûya qurbaniyên êrîşên li ser Kurdistanê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Rispardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dindar Zêbarî hişyarî da hikûmeta federal a Iraqê û ragihand, li gorî yasayên navdewletî Iraq berpirsê parastina jiyana welatiyan û qerebûkirina qurbaniyên êrîşên "komên derveyî qanûnê" ye.

Dindar Zêbarî îro 4ê Nîsanê pabendbûnên Iraqê yên di çarçoveya Mekanîzmaya Xulî ya Giştgir (UPR) ya ser bi Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY) û "Peymannameya Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî" (ICCPR) de bi bîr xistin.

Zêbarî destnîşan kir, ev peymanname daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku wekî dewleteke xwedî serwerî, mafê jiyan û asayîşa her kesê di bin desthilata wê de ye misoger bike. Zêbarî got: "Divê hikûmet rêkarên bi bandor bigire ber xwe, da ku rê li ber tundûtûjiya li dijî sivîlan were girtin, bi taybetî li dijî wan êrîşên ku ji aliyê mîlîşya û komên çekdar ên derveyî desthilata dewletê ve tên kirin."

Rêkxerê Rispardeyên Navdewletî diyar kir, berdewamiya êrîşên li ser Herêma Kurdistanê gumanê dixe ser pabendbûna Iraqê bi berpirsiyariyên wê yên navdewletî. Herwiha tekez kir, erkê dewletê tenê ne ew e ku xwe ji binpêkirinan dûr bixe, lê divê rê li ber kiryarên tundûtûjiyê yên li ser xaka wê pêk tên bigire û lêkolînên serbixwe bike. Zêbarî hişyarî da: "Heke rêkarên xweparastinê neyên girtin, berpirsiyariya navdewletî dikeve ser milê dewletê, her çend êrîş ji aliyê komên derveyî kontrola dewletê ve werin kirin jî."

Derbarê mafên qurbaniyan de, Dindar Zêbarî anî ziman ku li gorî mekanîzmaya UPR a Neteweyên Yekgirtî, divê desthilatdarên Iraqê çareseriyên bi bandor peyda bikin û qerebûya madî û manewî ya hemû qurbaniyan bidin. Ev qerebûkirin vegerandina mafan, qerebiya darayî, nûjenkirina mal û milkên xerabûyî û garantîkirina dubarenebûna êrîşan li xwe digire.

Di dawiyê de, Zêbarî bang kir ku hevahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê de were xurtkirin, da ku asayîşa welatiyan li gorî pîvanên navdewletî yên mafên mirovan were parastin.