Amerîka û Îsraîlê li Kerkûk û Enbarê li baregehên Heşda Şeibî dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Amerîkayê li Kerkûk û parêzgeha Enbarê êrişî baregehên Heşda Şeibî kirin. Di encama êrişên asmanî de kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ewlehiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, firokeyên şer ên Amerîkayê li gundê Beşîr ê ser bi nahiyeya Taze Xurmatûyê ya li başûrê Kerkûkê, otomobîlên veguhastin û gihandinê yên Lîwaya 16 ya Heşda Şeibî kirine armanc. Heta niha derbarê ziyanên canî yên vê êrişê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Ji aliyê din ve, Desteya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê ragihand, îro berbangê saet 04:00an de, firokeyên Amerîka û Îsraîlê li qezaya Qayîmê li parêzgeha Enbarê, êrişî Lîwaya 45 ya ser bi Fermandariya Operasyonên Cezîreyê kirine. Di vê êrişê de çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe de tekez kir, tevî van êrişan jî hêzên wan amade ne erkên xwe yên ji bo parastina asayîşa welat birêve bibin.

Fermandarê Yekeya Operasyonên Heşda Şeibî li Enbarê Qasim Muslih jî aşkere kir, şeva borî baregehên wan li navçeyên cuda yên Enbarê bi tundî hatine bombebarankirin. Muslih diyar kir ku tenê di şevekê de 7 caran ji aliyê firokeyên Amerîka û Îsraîlê ve hatine armancgirtin.

Fermandarê Heşda Şeibî da zanîn, di encama van bombebaranan de ziyaneke mezin gihîştiye baregeh û otomobîlên wan ên leşkerî, lê di nav sînorê Enbarê de ziyanên canî nehatine qeydkirin.